HPGyê nasnameyên du gerîlayan eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Azad Efrîn û Harûn Mîra 7 û 8ê Tebaxa 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

HPGyê got, “Milîtanên fedaî yên partiya me PKKyê hevrêyên me Azad û Harûn 7-8ê Tebaxa 2024an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşên dijmin de şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Azad Efrîn: Navê wî yê fermî Rizgar Elî Hisên e û ew ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, 7ê Tebaxê canê xwe ji dest daye. 

Harûn Mîra: Navê wî yê fermî Rojhat Şahîn e û ew ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye, 8ê Tebaxê canê xwe ji dest daye. 

HPGyê diyar kir ku Azad Efrîn sala 2011an û Harûn Mîra jî sala 2015an tevî refên gerîlayan bûne.