QERS - Zivistan nêzîk e: Bazara sobeyan ji niha ve germ bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna zivistanê re li Bakurê Kurdistanê bazara sobeyên sac germ bûye.

Li kargeheke Herêma Pîşesaziyê ya navçeya Qamûşanê ya Qersê hosta û karkerên çêkirina sobeyan ji bo ku sîparîşên mişteriyên xwe bigihînin bê navber dixebitin.

Xwediyê kargeha sobeyan Osman Yildiz got:

“Wekî amadekariyeke zivistanê 12 mehên salê li vê kargehê berhemanîna me ya sobeyan berdewam e.

Di mehên Îlon û Çiriya Pêşînê de li ser sîparîşan, em sobeyan difiroşin gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Anadolê.

Em rojane 100 sobeyan berhem tînin û dişînin.”

Li kargehê 10 cureyên cuda yên sobeyên dar, komir û tepikê tên çêkirin.

Sobe di serî de Qers, Erdexan, Îdir û Mûş ji 8 parêzgehan re tên şandin.

Ev kar ji bo ciwanên navçeyê jî bûye deriyekî dahatê.

“Fêrî pîşeyekê jî bibin”

Karker Mehmet Yildiz li ser karê xwe anî ziman:

“Ji bilî xwendinê em di demên xwe yên vala û betlaneyan de tên vê derê û sobeyan çêdikin.

Ez pêşniyarê li ciwanan dikim bi xwendina xwe re fêrî pîşeyekê jî bibin.

Ne tenê pîşeya çêkirina sobeyan dikarin pîşeyên din jî fêr bibin.”

Li Herêma Pîşesaziyê ya Qamûşanê 4 kargehên berhemanîna sobeyan hene û 40 kes di wan de dixebitin.

Her çar kargeh salane derdora 100 hezar sobeyan berhem tînin û difiroşin.

Nirxê wan jî li gorî kalîte û cureyên wan di navbera 500 heta 1000 lîreyên Tirkî de diguhere.