AMED – Ji cihê şînê derdiketin, otomobîlê li wan xist: 3 mirî

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çinarê ya Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li kesên ku ji cihê şînê derdiketin xist.

Di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Li Çinarê, otomobîleke ku plakeya wê û navê ajovanê wê hîn nehatine diyarkirin li kesên ku ji cihê şînê derdiketin û derbasî aliyê din ê rêyê dibûn xist.

Di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Her sê birîndaran jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.