Li Zanîngeha Dîcleyê jinekê bi kêrê êrişî alîkarê dekan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Dîcleyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinekê êrîşî alîkarê dekan kir û ew birîndar kir.

Li gorî zanyariyan, li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê xwendekareke jin ku navê wê nehatiye diyarkirin, bi kêrê êrişî alîkarê dekanê Beşa Zanistên Îdarî û Aboriyê Dr. Yunus Yilmaz kir.

Di êrişê de Yilmaz birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew bir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Jina ku êrişî alîkarê dekan kir, ji aliyê nobedarên li zanîngehê ve hat desteserkirin û nobedaran ew radestî polîsan kir.

Hat ragihandin ku li rêveberiya ewlehiyê ya Amedê karûbarên wê jina êrişkar berdewam in.

Herwiha Yunus Yilmaz jî piştî çareseriya bijîşkî ji nexweşxaneyê çû malê.