Li Êlihê zêdeyî 30 xwendevan û mamoste bi jehrê ketin

18-09-2021
RÛDAW
Nîşan Êlih Sason Bijehrêketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sasonê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê bi gumana ji xwarinê bi jehrê ketibûn zêdeyî 30 xwendevan û mamoste bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li gor agahiyan li dibistana gundê Kaxkikê ya ser bi navçeya Sasonê 18 xwendevan û 2 mamoste û li çend dibistanên din ên navçeyê jî zêdeyî 20 kesên din piştî xwarinê rewşa tendirustiya wan xirab bûye.

Nexweş bi gumana ji xwarinê bi jehrê ketine bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê hatine veguhestin û li wir tên derman kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku derbarê bûyera bijehrêketinê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst