Nêrînên Amediyan li ser qedexeya perwerdeya zimanê Kurdî

Amed (Rûdaw) - Xelkê Amedê derbarê qedexeya li ser zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, nêrînên xwe ji Rûdawê re anîn ziman. Welatiyekî Amedî dibêje, “Eger mirov bi zimanê xwe nexwîne hest bi hebûna xwe nake.”

 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 767 hezar xwendekar hene, di sala 2012an de li Tirkiyê zimanê Kurdî bû dersa bijarte û di sala 2012-2016an de 85 hezar xwendekaran ji bo dersa Kurdî serlêdan kirin.

 

Li ser pirsa "Tu dixwazî zarokên te li dibistanan bi zimanê Kurdî bixwînin?" welatiyê bi navê Firat Duzgun diyar kir: “Divê her zarok pêşî bi zimanê xwe yê yekemîn perwerde bibîne, ev li dinyayê tiştekî gerdûnî ye.”

 

Welatiyê bi navê Nevzat Karakeçî got: “Derfetên ku hinek di vî warî de hebe ez bi kar tînim. Him di nav malê de him jî li derve.”

 

Ramazan Eren destnîşan kir: “Tabî em dixwazin perwerdeya bi zimanê Kurdî. Hebûna miletek, hebûna gelek, hebûna xelkek li ser zimanê wî ye, eger mirov bi zimanê xwe perwerde nebe û zimanê xwe jibîr bike, hebûna xwe jî jibîr dike. Herwiha li gel ziman wêje, folklore û hemû tiştên xwe ji dest dide.”

 

Li Zanîngehên Artuklu, Dîcle, Çewlik, Dêrsim û Mûşê beşên Kurdî hatin vekirin, lê salane tenê 3-4 mamosteyên Kurdî tên peywirdarkirin. Bi hezaran kes li zanîngehan mamostetiya Kurdî qedandine lê dewlet kadro nade wan.

 

Li ser pirsa "Ti hêviya te ji perwerdehiya îsal a Tirkiyê heye?" welatiyê bi navê Firat Duzgun diyar kir: Bê hêvî nabe û divê mirov hêviyê di dilê xwe d bihêle. Ne tenê li dibistan, divê di mal de jî mirov perwerdeya xwe bidomîne. Ji xwe perwerde di mal de dest pê dike.”

 

Welatiyê bi navê Nevzat Karakeçî destnîşan kir: “Ji roja ku ev komar hatiye damezrandin heta îro li dijî zimanê Kurdî ne. ji bo helandina zimanê Kurdî çi ji destê wan hatiye kirine. Siyaseta pişavtinê li hember zimanê kurdî hatiye meşandin.”