Li Bakurê Kurdistanê girtina dibistanên kurdî hat şermezarkirin

Amed (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê girtina dibistan û navendên perwerdeya bi zimanê kurdî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hat şermezarkirin.

Du êvarê li bajarên Amed, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê li dijî girtina dibistan û navendên xwendina kurdî nerazîbûn hat nîşandan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, alîgir û endamên Partiya Herêmên Demokratîk, Kongreya Civaka Demokratîk û nûnerên saziyên sivîl girtina dibistanên kurdî hat şermezarkirin.

Dema hêzên polîs xwestin xwepêşandanê asteng bikin di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket. Di bûyeran de hinek dibistan şewitîn.

Li navçeya Farqînê ya Amedê her wiha li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî girtina dibistatnên kurdî hat şermezarkirin.

Li wan navçeyan jî alozî û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de derket.