Li Erzinganê otomobîlê da nav keriyê pez: 18 mih mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê da nav keriyê pez û 18 mihên ajeldarekî mirar bûn.

Bûyerê derengê şeva borî li ser rêya sereke ya Erzinganê û bajarokê wê Çaglayanê rû da.

Li gorî agahiyan, otomobîla Alîasker O. diajot li ser rê li keriyê pezê ajeldarekî da.

Di qezayê de şofêr birîndar bû û 18 mihên keriyê pez mirar bûn.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan şofêrê birîndar rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzinganê.

Rê demekê li ber çûn û hatinê hat girtin lê piştî ku tîman kelexên mihan ji ser rê rakirin çûn û hatinê careke din dest pê kir.