Hejmareke eşîrên Ereb li dijî Amerîkayê piştevaniya xwe bo Sûriyê nîşan da

Qamişlo (Rûdaw) - Duh Li navçeya Til Zeheb li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Amerîka de derket. Şêxekî Hoza Tey dibêje, Amerîka dixwaze ku fitnê di navbera wan çêbike ji ber ku dibêje HSD bi wan re bû.

Hêzên hikûmetê rê li ber hêzên Amerîka girtin lê bi zorê derbas bûn û di encama şer de leşkerekî Sûrî hat kuştin û du leşkerên din birîndar bûn. Piştî bûyerê hinek êlên ereb berê xwe dane cihê bûyerê û piştevaniya xwe ji hêzên hikûmetê re ragihandin.

Li gundekî nêzîkî cihê bûyerê welatiyekî Kurd ji Rûdawê re behsa hûrgiliyan û behsa kuştin û birîndarkirina leşkerên Sûrî kir.

Cotkar Mihemed Ehmed dibêje: “Wan xwest derbas bibe, lê hikûmeta nehişt ku derbas bibin ew jî bi zorê derbas bûn. Hikûmetê gule berda û wan jî bersiv da. Di enacam de leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Dibêjin lingê leşkerekê jê bûye.”

Piştî bûyera duh ku tê de leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn, eşîr û hozên Ereban bo piştevaniya hikûmeta Sûriyê berê xwe dan cihê bûyerê gundekî Hoza Cibûre ku 35 km dikeve bakurê rojhilatê Qamişlo.

Şêxê Hoza Teyfê Besan Alasaf ji Rûdawê re got: “Mebesta Amerîkayê çi ye dema ku dibêje HSD jî bi me re bû, ew dixwazê  fitnê li deverê çêbike. Amerîka li vir rewşê aloz dike.”

170 hezar leşkerên hikûmeta Sûriyê û hêzên wê yên ewlekariyê ku di nav wan de 2000 ji kesên alîkar ji komika çekdar an jî mîlîşyaya Bergiriya Niştimanî hene, li Hesekê û Qamişloyê belav dibin.