Li Rihayê şerê esnaf û zabitayan: 15 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê di navbera zabitayên şaredariyê û esnafan de şer derket û 15 kes birîndar bûn.
Piştî bûyerê 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin
Li gorî zanyariyan îro li taxa Devteştî ya navçeya Xelîliyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera zabitayên şaredariyê û hejmarek esnafan de li ser cihê dezgehan nîqaş derket.
Piştî demek ji nîqaşê esnaf û zabitayên şaredariyê şerê hev kirin. Di şer de 11 esnaf û 4 zabita birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên Ruhayê.
Derbarê şer de lêkolîn hat destpêkirin û 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.