Geliyê Zawîte, xwediyê dîmenên rengîn

Dihok (Rûdaw)- Li Kurdistanê gellek cihên geştyariyê hene, yek ji wan cihan Geliyê Zawîte ye. Geliyê Zawîte dikeve parêzgeha dihokê li Başûrê kurdistan.

Ew dever, li kêleka sirûşt û xwezayeke ciwan û rengîn, di heman demê de kevnar e jî û çend şûnewar lê hene.

Geliyê Zawîte bi dûriya16 km dikeve bakûrê rojhilatê bajarê Dihokê û 885 metreyan ji asta deryayê bilindtir e, darên wê gellek in û weke dîmenekî pir ciwan xuya dike.

Rûdawê ev nûçeya taybet li ser wê deverê amade kiriye.