Li Sêrtê termê kesekî xwediyê pez li çolê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xizxêrê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê terme kesekî xwediyê pez li çolê hat dîtin

Li gundê Nivînê yê navçeya Xizxêrê xwediyê pez ê bi navê Mehmet Bagir ji bo li du bizinên xwe yên ku winda bûbûn bigere serê vê sibê ji mal derket.

 Mehmet Bagirê 68 salî careke din venegeriya.

Malbata wî ya ku jê agahî wernegirt tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di encama lêgerîna tîman de termê Mehmet Bagir 300 metreyan li durî gund hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê termê Bagir ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.