Ji Mûşê çûbû Amedê: Samet ji 30ê Gulanê ve winda ye

Amed (Rûdaw) - Samet Akin 30ê Gulana îsal ji navçeya Tilê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê çûye Amedê û ji hingê ve winda ye.

Li gorî agahiyên ku malbata wî dane Rûdawê, Samet bi malbata xwe re heywan birine Amedê lê li Bazara Ajelan a Sûrê winda bûye.

Malbata wî diyar kir ku aqilê Samet ne li cih e û dixwazin ku kurê wan were dîtin.

Heke derheqê Samet ti agahiyên we hebin, hûn dikarin bi rêya hejmara +905347160065 xwe bigînin malbatê û herwiha hûn dikarin bi rêya hesabên Rûdawê yên medyaya civakî agahiyê bidin me jî.