Sinan Aygul ji Rûdawê re: Li pişt êrişkaran Şaredar heye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ragihand ku kesên ku êriş li wî kirinê ew ji Şarêdarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî piştrast bûne û got: “Di dema êrişî de gefên kuştinê li min xwarin û digotin eger tu derbarê şaredar de binivîsî tu dê bimirî.”

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul duh Şemiyê li navçeya Tetwanê ya Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîs Engîn Kaplan û bokser Yucel Baysalî yên pasevanên Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî ve rastî êrîşê hat.

Rojnamevan Sinan Aygul beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî êrişa li wî hatiye kirin axivî.

Sinan Aygul got: “Weke hûn jî dizanî êrişî min kirin. Bûyereke nebaş bû rûda. Êrişkar parêzvanên şaredariyê (Şaredariya Tetwanê) ne û yek ji wan polîs e. Piştî êrişê ez birîndar bûm. Di dema êrişî de gefên kuştinê li min dixwarin û digot eger tu derbarê serokê şaredariyê de binivisî tu dê bimirî.”

Aygul diyar kir ku Engin Kaplan û Yucel Baysal piştî karên li Rêveberiya Ewlekariyê îro ji bo dadgehê hatin şandin û derbarê wan de biryarê girtinê hate dayîn, lê metirsî berdewam dikin û got: “Du kes hatin girtin. Yek polîsê sivîl e û di heman demê de mirovê Şarêdarê Tetwanê ye. Eger kesek di nava rojê de li pêş kamerayan êrişî kesekî wek min li ber çavan bike, pêwîst e ku ji tiştekê ewle be yan jî piştrast be. Kesekî bawerî daye wan û ji wan re gotiye herin êriş bikin. Ev kes jî şaredar e. Ji bilî şaredar dê kî ji wan re tiştekê wiha bibêje?! Çima tu parêzvanên ku ez wan nas nakim û heta niha min ew nedîtine bên êrişî min bikin...”

Aygul herwiha da zanîn ku wî li dijî Şarêdarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî jî gilî tomar kirine û got: “Min gotiye giliyên min li ser şaredar jî hene, lê ez nizanim dê wî jî tevlî lêpirsînê bikin an dê nekin. Dadgeh dê biryara vê yekê bide.”

Aygul eşkere kir ku êrişkar bi otomobîla şaredariya çûnê pêşiya wî û êrişî wî kirine û wiha domand: “Tevgerên wan hemû dûrî qanûnê ne, otomobîl otomobîla şaredariyê ye û çekên di destê wan de çekên dewletê ne û bixwe jî parêzvanên şaredariyê ne.”

Sinan Aygul ku ji ber nûçeyên gendeliyê gelek caran hatiye desteserkirin, destnîşan kir kur gelek caran gef lî wî hatine xwarin û wiha pê de çû: “Ji roja ku min dest bi rojnamevaniyê kiriye, gef li dijî min tên xwarin, lê min texmîn nedikir dê bigihêje vê astê. Min ji xwe re digot dê kes nekarî bi vî awayî êrişî min bikin. Ez li benda êrişeke wiha nebûm.”

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku ew wê êrişî tenê li dijî xwe nabîne û di şexsê wî de êriş li hemû rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hatiye kirin.