Li Mereşê du erdhej çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Bazarcixê û Koksenê yên ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve du erdhej çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) 18ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand li navçeya Bazaracixê bi hêza 4.1 û li navçeya Goksunê jî bi hêza 3.5 pile erhej çêbûn.

AFADê da zanîn ku demjimêr 01:02an de li navçeya Bazarcixê 4.1 pile erhejek çêbûye û kûrahiya wê 11.74 kîlometre di bin erdê de bûye.

Herwiha li gorî AFADê li navçeya Koksenê jî demjimêr 07:56an de bi hêza 3.5 pile erdhejek çêbûye.

Erdheja ku li navçeya Koksenê çêbûye kûrahiya wê jî 11.34 kîlometre di bin erdê de bûye.