Li Semsûrê agir bi malekê ket: 2 jê zarok 4 kes jehrî ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolik a ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve agir bi malekê ket û di encamê de 2 jê zarok 4 kes bi dûmanê jehrîketin.

Li navçeya Kolik a Semsûrê roja Şemiyê 17ê Hezîranê 2023an ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi mala kesekî bi navê M.Ç. ket.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tendirustiyê û berevaniya şaristanî ji bo cihê bûyerê hatine şandin. Di nava demek kurt de agir hatiye vemirandin.

Li gor agahiyan, dema ku agir bi malê ket xwediyê malê û hevjîn û du zarokên wan li mal bûne, her çar jî bi dûmana êgir jehrî ketine. Tîmên tendirustiyê ew birine nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.