Li Rihayê16 saziyan banga azadkirina rojnamevanên Kurd kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê Baroya Rihayê jî di nav de 16 saziyên bajêr bi daxuyaniyekê daxwaza azadkirina 16 rojnamevanên Kurd kirin.

Partiyên siyasî jî di nav de 16 saziyên civaka sivîl û pîşesaziyê derbarê 16 rojnamevanên Kurd ên girtî de daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Azadiya ragihandinê xaleke bingehîn ya civaka demokratîk e. Ev midexaleya ragihandinê rasterast midexaleyek bo civakê ye. Bingeha dewleta hiqûqê ragihandina azad e. Divê demildest rojnamevanên hatine girtin bên azadkirin.”

Hêzên Ewlekariya Tirkiye 8ê Hezîrana 2022ê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de bi operasyoneke hemwext li parêzgeha Amedê bi ser çend navnîşanan de girtibûn û 22 rojnamevan û karmendên çapemeniyê yên Kurd destserkiribûn.

Piştî temambûna karûbarên îfadeyê roja 16ê Hezîrana 2022ê Dadgeha Amedê derbarê 16 rojnamevanan de biryara girtinê da.  Ev biryar ji aliyê gelek rêxistin, sazî, partiyên siyasî û nûnerên saziyên civaka sivîl ve hat şermezarkirin û karvedanên li ser vê yekê berdewam in.