Her roj bi hezaran geştiyar tên Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Bêhvnedana cejnê liv û tevger xistiye navçeyên geştiyarî yên Başûrê Kurdistanê. Di vê cejnê de jî kompanyayên geştiyariyê bi hezaran geştiyarên Ereb ji naverast û başûrê Iraqê veguhestin.

 

Herçend heta niha jî amara derbarê hatina geştiyaran nehatiye ragihandin lê di rojên Cejna Remezanê de bi hezaran geştiyaran berê xwe dane navçeyên geştiyarî yên Hewlêrê.

 

Rêveberê kompanyayekî geştiyarî Ehmed Mûrad ji Rûdawê re ragihand: “Em ji Bexdayê geştiyaran tînin û di nava 5 rojan de li 35 cihên geştiyarî yên Kurdistanê digerînin. Heqê vê geştê jî serê her geştiyarekê 100 dolar e. Xercên din jî geştiyar bixwe dikin.”   

 

Îsal navçeyên geştiyariyê bi dîzayneke nû pêşwaziya geştiyaran kirin. Par 85 kompanyayên geştiyariyê ji bajarên Iraqê geştiyar anîbûne Kurdistanê lê îsal nêzîkî 100 kompanyayan ev kar kirin.

 

Rêveberê binkeya geştiyarî li Rewanduzê Çiya Seranî ji Rûdawê re got: “100 kompanyayên geştiyariyê rojane nêzîkî 6 hezar geştiyaran tînin Başûrê Kurdistanê.”

 

Îsal li navçeyên geştiyarî yên Rewanduzê, bi nimayîşên çandî û kultûrî pêşwazî li geştiyaran hate kirin. Vê yekê jî gelek bala geştiyaran kişand.