Mihemed Mûse: Em nêzîk vedigrin Rojavayê Kurdistanê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê şanda Kantona Cezirê bo biserxistina destpêşxeriya TEV-DEMê, Mihemd Mûse ragihand ku heta niha rûniştinên wan bi aliyên opozîsyona Sûriyê re erênî ne.

 

Mihemed Mûse ku di heman demê de Sekreterê Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê ye, ku ligel PYD û çend aliyên din rêveberiyên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Heta niha rûniştinên me bi hemû aliyên opozîsyonê re erênî ne û nêzîk dê karnameya me bi dawî bê û emê vegerin welat.”

 

Hewiha Mûse da zanîn ku dema vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê ew dê: “Konfransekî rojnamevanî li dar bixin û daxuyaniyekê belav bikin û têde hemû karên xwe li ber çavan deynin.”

 

Wî endamê şanda Kanotona Cezîre, ku niha li Tirkiyê ye got: “Gelek aliyên Siyasî yên opozîsyonê me bi fermî dîtin wek , rêxistina Asûrî , Îxwan , hevrêz û rêxistinên ciwanan û kesayetiyên wek Mişêl Kîlo û gelek aliyên din.”

 

Li ser nêrîna aliyên Siyasî yên opozîsyona Sûriyê li ser destpêşxeriya TEV-DEM navborî wiha diyar kir: “Di dema civînê de nêrîna hemû aliyên me bi wan re danustan kirin , erênî bûn , lê hê ji bo vê destpêşxeriyê wan aliyan çi bersivên fermî nedane me.”

 

Tê zanîn ji nîvê meha borî ve TEV-DEMê destpêşxeriyek pêşkêş kir ji bo yekxistina opozîsyona Sûriyê, û Kantona Cezîre şandek 5 kesî şande Tirkiyê ji bo encamdana hevdîtinan ligel aliyên opozîsyonê .