Li Mûşê 2 otomobîl li hev qelibîn: 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Mûş-Bedlîsê li xaçerêya bajarokê Vartinîsê otomobîla Alî Riza Akpolat diajot û otomobîla Şemdîn Tulgar diajot li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezaya trafîkê.

Di qezaya trafîkê de Alî Riza, Ferîde Ebrar, Yagmur û Mehmet Huseyîn Akpolat û Şemdîn, Samet û Selcan Tulgar û dergûşeke navê wî nehatiye zanîn birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li Mûş, Bedlîs û Norşînê.

Şemdîn, Samet û Selcan Tulgar canê xwe ji dest da.

Tedawiya birîndarên din berdewam dikin.

Cendirmeyan li herêmê tedbêrê ewlehiyê hildan.

Otomobîlên qeza kirin ji rê hatin rakirin.