Zaroka li sînorê Daxistanê ji dê û bavê xwe hatî cudakirin anîn Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Mîna zaroka 4 salî ya ku li Komara Daxistanê ya Rûsyayê ji dê û bavê xwe hatî cudakirin, piştî 6 mehan li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê radestî dapîr û bapîrê wê hat kirin.

Mîna û dê û bavê wê dema dixwestin biçin welatên Ewropayê li Daxistanê hatin girtin. Mîna jî ji ber temenê wê biçûk bû birin navenda lênêrîna zarokan. Karbidestên navendê piştî deh rojan telefonî mamê Mîna kirine û jê re gotine ew zarok li gel wan e.

Mamê Mêna diçe Daxistanê û wê vedigerîne Ranyayê, radestî dapîr û papîrê wê dikin. Mînaya biçûk niha tenê bi Rûsî diaxive.

Apê Mîna yê bi navê Ebdulwahîd Osman ji Rûdawê re wiha behsa rêwîtiya Mîna kir: “Pêşî çûn Îranê ji wir jî çûn Azerbaycanê. Ji wir jî bêyî vîze çûn sînorên Rûsyayê. Diyar e qaçaxçiyan ji wan re gotiye ku ew dê wan bi vîzeyê bibin Rûsyayê, lê ev yek nekirine. Bi zorê bi peyatî birine. Ew şeş meh berê li ser sînorê Daxistanê hatibûn girtin. Li bajarê yekem (Dagestan) zarokê ji dê û bavê wî vediqetînin.”

Niha bapîr û dapîra Mîna hewl didin ku wê fêrî Kurdî bikin an jî bi kêmanî alîkariya wê bikin ku peyvên Kurdî bi bîr bîne.

Dapîra Mîna, Mahbûba Hemze jî dibêje: “Ez bang li rayedaran dikim ku ji bo berdana dê û bavê Mîna bikevin nava tevgerê. Ev şeş meh in ku Mîna ji dê û bavê xwe hatiye veqetandin. Mamê Mîna ji bo wê bîne çû wê derê.”

Li gorî daneyên Komeleya Koçberên Vegerandî yên ji Ewropayê, ji dawiya sala 2022an heta destpêka sala 2023an 19 hezar û 200 kes ji Herêma Kurdistanê derketine ku biçin Ewropayê. Tê gotin ku ji van kesan 2 hezar û 300 kes ji Ranyayê û derdora wê ne.