Li Roviya bûyera trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw) – Îro li ser rêya Hewlêr û Duhokê û li sînorê bajarokê Roviya di bûyereke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Polîsê Trafîkê yê Duhokê ragihand, berî nîvroya îro Çarşembê18ê Gulana 2022 li ser rêya Hewlêr-Duhokê û li nêzîk gundê Pelasan li sînorê bajarokê Roviyayê bûyereke trafêkê çê bû.
Polîs ragihandiye, otomobîleke barhilgir a ji corê KIA tûşî bûyerê bûye û şofêr kontrola otomobîlê ji dest daye û xwe li betona li kêleka rê daye.
Di encama bûyerê de du kesan canê xwe ji dest dane ku her du jî rêwiyên KIAyê bûne.