Li Wanê qedexeya nêçîra masiyên Kefalê berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xebatkarên rêveberiya çandinî û daristanan û hêzên ewlekariyê 15 ton û 200 kîlo masiyên kefal ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin, berdan nav avê û 4 kesên ku nêçîr kirine jî bi 7 hezar û 416 lîreyan ceza kirin.
Rêveberiya Kiştûkal û Daristanan ya Wanê ragihand ku kontrolên wan ên li dijî nêçîra masiyên kefal ku di navbera 15ê Nîsan û 15 Tîrmehê de serdema zêdebûna wan e, berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de tîmên girêdayî Rêveberiya Masî û Berhemên Avî û tîmên Fermandeya Cendermeyan li navçeya Bêgirê ya parêzgeha Wanê li taxa Ovapinar ku ev cihekê koça masiyên kefal e, operasyonek encam da.
Di encama operasyonê de 15 ton û 200 kîlo masiyên Kefal ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin ligel keresteyên nêçîrê hatin dîtin.
Tîmên ewlekariyê û xebatkarên rêveberiya kiştûkal û daristanan masiyên zindî cardin berdan nav avê û 4 kesên ku nêçîr bi qaçaxî kirine jî bi 7 hezar û 416 lîreyan ceza kirin.
Rêveberê Kiştûkal û Daristanan yê parêzgehê Îbrahim Gorentaş ragihand ku qedexeya nêçîrê dê heya 15ê Tîrmehê berdewam be û got: “Masiyên Kefal û gelek cureyên din di dema xwe ya zêdebûnê de ne, em ji gelê xwe dxwaz dikin ku di vê serdemê de van masiyan nêçîr nekin, nefiroşin û nexwin.”