Li Rojava nirxê sotemeniyê biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Lîsteke nû ji nirxan bû sedema derbirîna nerazîbûna demekedirêj ya xelkê bajarê Qamişlo ku li dijî biryara rêveberiya xweser ya bilindkirina nirxên madeyên sûtemeniyê xwepêşandan encamdan.

Bi biryarek jinişkê ve encûmena cîbicîkar ya haman rêveberiyê, nirxê tevaya madeyên sûtemeniyê ji sedî derdora 300î zêde kir, bi xwe re nirxê 400 curên xwarin, vexwarin, cilûberg û kelupelên bazarê bilind dike.

Welatî Ciwan Qerê got “Hevalê me yên îdareya zatî derketin ku emê cotkaran qerebo bikin, lê ji nişkêve me dît mazot bikin bû ji sedî 200, tu carî çê nebûye.”

Welatiyê bi navê Nebîl Derwîş “Ev 10 sal in, em zehmetiyê dikşînin û me welatê xwe berneda, lê yê ku ev biryar derxistine li me nafikire, em tevde malbatên şehîdane, em dixwazin ji vê biryarê vegere.”

Welatiyê bi navê Nasir Adem got “Ev biryar gelekî ziyanê dighîne xelkê, berê xelk birçîne, korona bi ser de hat, baran nehat, ev kesê biryar daye divê di wezaretê de nemîne.”

Welatî Salim Rebîh dibêje “Biryarek ne di cihê xwe de ye, dema ku behsa netewa dîmokrat dike, divê van biryaran di riya rêfrandomê de bike, yan jî alîkariyê bide malbatan.”

Mazota germkirinê ya malan ji 75 lîreyên Sûrî dibe 250 Lîre, mazota baş ku bi 150 bû dibe 400, benzîna super ku berhemê xwecihî ye ji 210 dibe 410, kûpê xazê ji 2 hezar 500 dibe 8 hezar lîreyên Sûrî.

Çar partiyê di nava Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek dijî biryara rêveberiya xwe belav kirin û ragihandin ku bi wan neşêwirîne.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê dibêje “Çîrok ne tenê çîroka mazotê ye lê bandora wê heye, me çar partiyan daxuyanî da, divê ji vê biryarê bê vegerandin ku çareseriyê nîvco jê re bibîne.”

Bi dehan dikandar, dikanê xwe girtin û tevlî welatiyan dibin, bê ku berpirsên rêveberiya xweser bersiva xwepêşanderan bidin û heya niha li ser biryara xwe daneketiye.