Dadgeha Danişîna Doza Kobaniyê 20ê Gulanê berdewan dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Lijeneya duyemîn rûniştina Doza Kobaniyê, biryar da ku rûniştina li ser dosyeya `bûyerên Kobanî` di 20ê Gulanê de berdewam bike.

Duyemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya `bûyerên Kobanî` îro Sêşemê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê ya li Enqerê birêve diçe

Di rûniştina duyemîn a Doza Kobaniyê de, lijneya dadgehê rûniştina doze wekeo  20ê Gulana 2021ê diyar kir.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hat kirin.

Bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014an de çêbûn, wek hinceteke serekî bo girtina HDPê tê behskirin.

Di dosyeya bûyerên Kobanî de ligel hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag 108 endam û berpirsên HDPê tên dadgehkirin, 28 ji wan çend saleke di zîndanê de ne.

Tê çaverêkirin proseya dadgehkirinê nêzîkî du mehan berdewam bike.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.