Keça Kurd a 16 salî bi guleyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a bi navê Lara Elî ya 16 salî li bajarê Raniye yê Herêma Kurdistanê bi guleyekî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê, lê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Bûyer duh Duşemê 17ê Nîsanê li Îdareya Xweser a Raperînê bajarê Ranyeyê çêbûye.

Berdevkê Polîsê Raperînê, Şoriş Îsmaîl îro Sêşemê 18ê Nîsanê ji Rûdawê re ragihand: “Keçika ku li ser laşê wê şopa gule hebû, duh rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Ranyeyê û piştî dermankirina destpêkê ji ber giraniya birînan, ew şandin Silêmaniyê.”

Berdevkê Polîsê Raperînê got: “Xizmên Lara îro ji me re ragihandin ku ew miriye. Li gorî agahiyên xizmên wê, wê fîşek berdaye xwe, lê me dest bi lêkolînê kiriye û heta niha jî nediyare sedema rastî çi ye û gelo bûyer xwekujî ye yan tiştekî din e.”

Lara Elî ya 16 salî pola çarê ya lîseyê dixwend, xelkê gundê Goktepe û niştecihê bajarê Ranyeyê bû.

Li gor çavkaniyekî ji Rêveberiya Tendirustiya Raperînê, şopa gule li ser serê Larayê hebûye.

Bûyera birîndarbûna Larayê duh bûye û îro nîvro ji ber giraniya birînê, li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.