Ji Tirkiyê û HPGê derbarê operasyona nû ya li Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan yekem daxuyanî

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê operasyoneke nû ya bi navê Pençe-Kilîl da destpêkirin, Wezareta Berevaniya Tirkiyê û HPGê derbarê operasyonê de daxuyanî dan. Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, operasyona wan bi awayekî serkeftî û li gor planê berdewam e û baskê leşkerî yê PKKê, HPGê jî ragihandiye, gerîlayên wan pêla yekem a êrîşa Tirkiyê têk birine û 8 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) îro 18ê Nîsana 2022ê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser  herêmên Metîna, Zap û Avaşînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê, artêşa Tirkiyê li şikefta birîndaran a ser bi navçeya Zapê ve carekê bi helîkopterê leşker danîne û gerîlayên HPGê bi çalakiyekê rê nedane ku zêdetir leşker bo wê navçeyê bên danîn.

HPG dibêje, li wê navçeyê hêzên wan artêşa Tirkiyê dorpêç kirine û di encamê de li navçeyê 8 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştine û ev navçe heta niha jî hê di jêr kontrola gerîlayên wan de ne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî îro Duşemê 18ê Nîsana 2022ê li ser hesabê xwe yê twitterê dîmenên operasyona nû belav kir. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku artêşa wan hem ji bejahî hem ji asman li navçeyên Metîna, Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê operasyon dane destpêkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dibêje wek ku plan kirine operasyonên wan birêve diçin û armanca ku di qonaxa yekem de diyar kiribûn bidest xistine lê derbarê operasyonê de zêdetir hûrgûlî nedane.