Li Wanê parastina masiyên Kefal

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gola Wanê Tîma Kontrolê ya Berhemên Avê di serdema qedexeya nêçîrê de dê masiyên Kefal biparêzin û li derdora golê di avên şêrîn de bo dema 3 mehan pişkinînê bike.

Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo parastina masiyên kefal ên di Gola Wanê de tîmeke taybet ku ji 10 kesan pêk tê damezirand.

Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Wanê Îbrahim Gorentaş dibêje "Tîma me ji Westanê heta Erdîşê dê li hemû qerax, newal û çeman kar bike. Me tedbîrên xwe wergirtine. Di dema qedexeyê de tîmên me dê 24 demjimêran li qadê bin."

Masiyên Kefal yekane corê masiyan e ku di Gola Wanê de dijîn û di navbera mehên Nîsan û Temûzê de di serdema xerzdanînê de koçî avên şêrîn dikin. Masî ji bo ku xerzê xwe deynin, berevajiyê avê soberiyê dikin.

Îbrahim Gorentaş got jî "Em hêvî dikin hemû welatiyên me pêbendê qedexeya nêçîrê bin. Ev gelekî girîng e û divê hemû kes bo parastina masiyên Kefal berpirsiyartiya xwe bîne cih."

Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan, li Wanê nêzîka 15 hezar kesan debara xwe bi nêçîra masiyên Kefal dikin û herwiha ji van masiyan salane nêzîka 12 milyon dolar dahat tê bidestxistin.