Li Qamişlo li dijî kuştina jinan xwepêşandan hat kirin

Qamişlo (Rûdaw) - Rêxistinên parastina mafên jinan îro li Qamişlo li dijî bûyerên wê dawiyê yên kuştinan jinan xwepêşan kirin.

 

Di meha derbasbûyî de li bajarê Qamişlo 3 jin di bûyerên cuda cuda de bi hinceta paarastina namûsê hatine kuştin.

 

Îro li bajarê Qamişlo hejmarek ji rêxistinên parastina mafên jinan daketin cadeyan û xwepêşandanek kirin.

 

Xwepêşanderan bûyerên wê dawiyê yên kuştina jinan li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê û kiryarên tundûtîjî yên li dijî jinan bi giştî, şermezar kirin û sloganên piştgiriya mafên jinan bilind kirin.

 

Dayika Hêlînê, dayika yek ji wan jinên ku bi destê hevjînê xwe hatiye kuştin, ji Rûdawê re got, pêwîst e xwîna keça wê li erdê nemîne û ew ji bo wê yekê dozê vedkin.

 

Dayika Hêlînê herwiha got, ew dixwazin ku cezayê kuştina namûsê bidarvekirin be û kesên ku wê tawanê dikin, bêne bidarvekirin.