Li Mereşê minîbûsa xwendekaran wergeriya: 15 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê minîbûsa veguhastina xwendekaran wergeriya û ligel şofêr 14 xwendekar birîndar bûn.

Li Bazarcixa Mereşê îro minîbûsa veguhastina xwendekaran ji kontrolê derketiye û li nav zeviyê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Şofêrê minîbûsê û 14 xwendekar birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê.

Derbarê rewşa tendrustiya kesên birîndar ti zanyarî nehatine belavkirin.