Li Colemêrgê kesek di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrya ya Bakurê Kurdistanê kesek di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin.

Li gor zanyariyan roja Înê 17ê Adara 2023an li ser rêya Gever-Bajêrganê li nêzî bendava Dilimliyê kesek bi awayekî ku gule li serê wî ketiye di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin.

Hêzên ewlekariyê û tîmên  tendirustî li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û piştî pişkinînan destnîşankirin ku ew kes welatiyê 29 salî M.D ye.

Hat ragihandin ku gulleyek li serê welatiyê navborî hatiye xistin û bi wê guleyê hatiye kuştin.

Termê  welatiyê 29 salî bo karûbarên otopsiyê bo nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat rakirin.