PDK û YNK li ser berbijêrên xwe bo posta Serokkomariyê pêdagir in

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartina Serokkomarê Iraqê careke din dibe rawestgeha eşkerekirina asta nêzîkbûna aliyên siyasî bo hevdû û qebareya hevpeymaniya wan.

Piştî ku Encûmena Nûneran a Iraqê,  26ê vê mehê bo hilbijartina serokkomar diyarkir, Hevserokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ragihand, hêj jî ne dereng e û em dikarin nakokiyan bi dawîû bînin û bi hevre ji bo posta serokkomar yek berbijêr pêşkêş bikin.

Lê Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê nêrîneke din heye.

Seroka Firaksiyona PDKê li Iraqê Viyan Sebrî dibêje “Berbijêrê me birêz Rêber Ehmed e û her ew e.”

Hevdem berdevka Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê Sozan Mensûr li Parlamentoya Iraqê, ji Rûdawê re ragihand, “Ti tiştek derbarê guherîna birbijêrê YNKê bo postê Serokkomar nehatiye holê; heta niha jî Çarçoveya Hevahengiya Şî`e negotiye ku deng dide kîjan berbijêr, ji ber ku bo Çarçoveyê baş e  em Kurd di navbera xwe de li hev bikin.”

Tevî ku 40 kesan xwe bo posta Serokkomarê Iraqê kiriye berbijêr, lê berbijêrê PDKê Rêber Ehmed û  berbijêrê YNKê Berhem Salih berbijêrên herî diyar in û şansê wan ê serkeftinê bêhtir e.

Rêveberê Navenda Iraqî Bo Lêkolînên Stratejîk Xazî Feysel got "Di berjewendiya ti aliyekê de nîne ku proseya siyasî û hilbijartina serokkomar û serokwezîr asteng bike”

Ev di demekê de Çarçoveya Hevahengiyê, ku ji Hevpeymaniya Dewlet a Yasayê, Hevpeymaniya Fetih û çend aliyên din pêkhatiye, Weke Endamê Hevpeymaniya Derwlet a Yasayê Heyder Ellamî, ji Rûdawê re ragihad: Ji bo rêkeftina di navbera herdû aliyan de hêj jî bersiva mercên Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir nehatiye dayîn.”

Mercên herî diyar ji hilweşandina grûbên çekdar û radestkirina çekên wan bo dewletê,  radestkirina dosyeya berpirsên bilind bo dadgehê, ku di sala 2003ê tevlî gendeliyê bûne û  nehiştina destwerdanên derekî, pêk tên