4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Di 18ê Adara 2018ê de Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hate dagirkirin.

Di van 4 salan de li Efrînê pêşhateyên zêde mezin ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve wek talankirin, kuştin û guhertina demografî çêbûne.

Tevî protestokirina tawana dagirkariyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên peywendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî ve lê Efrîn di bin dagirkariyê de dinalîne.

Zekeriya Huserî, lêkoler û şirovekarê Efrînî, dibêje, “Bi boneya 4emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên ser bi opozisyona Sûrî ve… divê em bizanin ku plana dagirkirina Efrînê li Astana hat danîn di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û erêkirina rejîma Sûriyê de. Hîn jî kuştin, talankirin û dizî berdewam e.”

Di van her 4 salên dagirkirina Efrînê de, ji ber topbaran û bordûmana artêşa Tirkiyê û kiryarên grûpên çekdar:

  • Nêzîkî 700 sivîlan hatine kuştin
  • 7 hezar û 400 kes hatine revandin ku çarenivîsa nîviya wan nediyar e
  • 68 dibistan wêran bûne
  • 28 pêgehên şûnwarî hatine jinavbirin
  • 15 mezargehên olî li gel hejmareke goristan têk çûne
  • 1 milyon 300 hezar darên biber û bêber hatine birîn

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê roja 20ê Çileya 2018ê di bin navê operasyona Çiqleya Zeytûnê bi tank û firokeyan êrîşî Efrînê kirin.

Ji ber êrişên Tirkiyê û çekdaran bi sed hezaran welatiyên Kurd mal û warên xwe bicîh hiştin û koçber bûn. Piştî demekê bi sed hezaran Ereb û Tirkmenên hawirde li mal û warên wan hatin bicîhkirin. Piştre hêzên Kurdî di bin navê hêzên rizgarkirina Efrînê de dijî grûpên çekdar ên ser bi Tirkkiyê ve dest bi berxwedana rizgarkirina Efrînê kirin.