Sekreterê berê yê Partiya Azadî dest ji karê hizbî berda


Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê berê yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad dest ji karê hizbî berda û Yekîtiya Siyasî ya ku partiya wî jî yek ji endamê wê ye, rexne kir.

Xeyredîn Murad ku endamê Polîtbîroya Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso bû, îro bi derxistina daxuyaniyekê dest ji karê hizbî berda.

Murad ku di sala 1949an de jidayikbûye, di daxuyaniya xwe de lêborîn ji heval û hogirên xwe yên partiyê xwest û got “ew di van şert û mercên ne zelal û tevlîhev de û vê rewşa ku hevsengî û serxwebûn û nêrîneke stratejîk a zelal tê de peyda nabe, êdî nikare karê hizbî bike”.

Xeyredîn Murad ku di navbera salên 2005 heta 2011an de sekreterê Partiya Azadî bû berî ku perçe bibe, tevî ku karên Yekîtiya Siyasî rexne kir, lê hêvî xwest ku partiyên wê di kongreya xwe ya ku biryare heta 5ê nîsanê bê lidarxistin de serkeftî bin.

Sekreterê berê yê Partiya Azadî herwiha got “ew li her du encûmenên kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û herwiha li hemû hêz û partiyên Kurdistanê li hemû qadan, wek hevdu dinêre” û xwe dûrî ti aliyekî ji wan nabîne.

Xeyredîn Murad kî ye?

Sala 1949an li gundê Kêlhesenakê yê ser bi nahiyeya Tirbesiyê ve jidayikbûye.

Sala 1965an bû endamê Patiya Çep a Kurd li Sûriyê.


Sala 1970 ji aliyê hêzên ewlekariya siyasî li Qamişlo hat girtin û Sal û nîvê di zindana Qelhe ya navendî li Şamê ma.

Di pileyên hizbî de bilind bû heta ku bû sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê.

Sala 2005an bû sekreterê Partiya Azadî ku di encama yekgirtina Partiya Çep û Partiya Hevgirtina Gel de hat avakirin.

Di kongreya duyemîn a Partiya Azadî di dawiya sala 2011an de xwe ji bo sekreteriyê kandîd nekir û bû endamê Polîtbîroyê.

Di 18ê adara 2014an de bi yekcarî dest ji kar hizbî berda