Keskîn Bayindir: Hemû Kurd dê bi pêşengiya Rêzdar Ocalan destkeftiyên mezin bi dest bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir got, ““Hemû Kurd dê di pêşengiya Rêzdar Ocalan de destkeftiyên mezin bi dest bixin.”
Heyeta Îmraliyê û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Silêmaniyê li hev civiyan.
“Bila gelê Kurdistanê dilrehet be”
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir piştî civînê daxuyaniyek da medyayê û got:
“Bila gelê Kurdistanê dilrehet be, di vê dîdara me de derket holê ku hemû aktorên Kurdan dê bi dilxweşî, bi biratî, bi hemû hêz û qeweta xwe piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û lihevhatinê.
Em ji bo encamên vê hevdîtina xwe gelekî kêfxweş û dilxweş in.
Li Bakur, Rojava û Başûr li pêşiya gelê me gelek alozî jî hene lê ji bo serkeftinê, ji bo gelê Kurd hêvî û bendewariyên me yên mezin jî hene.”
“Em bi Rêzdar Ocalan bawer in”
Keskîn Bayindir bi bîr anî ku ew li Başûrê Kurdistanê di nava 3 rojan de bi aktorên Kurdan re rûniştine û pê de çû:
“Hemû Kurd dê di pêşengiya Rêzdar Ocalan de destkeftiyên mezin bi dest bixin.
Em bi Rêzdar Ocalan, bi înîsiyatîva wî û helwesta wî bawer in û em bi hemû hêz û qeweta xwe çi ji destê me were ji bo ku pêvajoya aştiya bi pêş bikeve em li gel Rêzdar Ocalan, li gel hêza wî û li gel helwesta wî ne.”
“Bafil Talebanî û Quband Talebanî dê roleke girîng û dîrokî bilîzin”
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da zanîn ku Mam Celal berê ji bo pêvajoyên aştiyê roleke girîng lîstiye û got:
“Bafil Talebanî û Quband Talebanî jî dê ji bo bipêşketina vê pêvajoya heyî roleke girîng û dîrokî bilîzin.”
#VÎDEO - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir: Hemû Kurd dê bi pêşengiya Rêzdar #Ocalan destkeftiyên mezin bi dest bixin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 18, 2025
🎙️ Keskîn Bayindir: Bila dilê gelê Kurdistanê rehet be, hemû aktorên Kurdan dê piştgiriyê bidin pêvajoyê
🎙️ Keskîn Bayindir: Li pêşiya… pic.twitter.com/0aFjpdDMOv
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re 16ê Sibatê hat Herêma Kurdistanê.
Heyet doh bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Nêçîrvan Barzanî doh piştî civîna xwe ya bi Heyetê re gotibû, “Pêvajoya aştiyê derfeteke girîng û dîrokî ye û divê ji dest neçe.”
Serok Barzanî jî peyama, “Rêya yekane ya rast pêvajoya aştiyê ye” dabû.