Heyeta Îmraliyê û Bafil Talebanî li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Silêmaniyê li hev civiyan.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne.

Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan de hat Başûrê Kurdistanê.

Heyet bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Heyeta Îmraliyê îro jî derbasî Silêmaniyê bû û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li civînê hazir bû û civînê saetek û 15 xulekan ajot.

Divê were gotin ku Heyeta Îmraliyê ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê.

Nêçîrvan Barzanî doh piştî civîna xwe ya bi Heyetê re gotibû, “Pêvajoya aştiyê derfeteke girîng û dîrokî ye û divê ji dest neçe.”

Serok Barzanî jî peyama, “Rêya yekane ya rast pêvajoya aştiyê ye” dabû.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Heyeta Îmraliyê jî piştî hevdîtinên li Hewlêrê daxuyaniyeke hevbeş dabû medyayê.

Li ser navê Heyeta Îmraliyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivîbû û gotibû:

“Hêvî heye ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe.”

Bayindir û diyar kiribû ku eger mesele li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çareser bibe dê bandoreke erênî li aliyê din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bike.