WAN - 20 kes ji ber protestoyên qeyûm hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 20 kesên ku di xwenîşandanên dijî qeyûm de hatibûn desteserkirin bi biryara dadgehê hatin girtin.

2 rojnamgerên ku hatibûn desteserkirin jî hatin berdan.

Piştî ku roja 15ê Sibatê qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn bi hezaran kes daketin kolanan û wan dest bi xwenîşandanê kir.

Di xwenîşandanê de zêdeyî 100 kesî hatin desteserkirin.

22 kes ji wan îro piştî karên îfadewergirtinê veguhastin Dadgeha Wanê.

Dadgeha Wanê bi hinceta “bi awayekî neyasayî beşdarî civîn û meşan bûne û tevî hişyariyê belav nebûne” derbarê 20 kesan biryara girtinê da.

Rojnamger Bilal Babat û Behçet Bayhan jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.

20 kesên hatine girtin ev in: Berkan Bayer, Denîz Cengîz, Delîl Akdag, Emîrhan Akar, Kava Înal, Mehmet Aslan, Mekîn Sevdali, Neçîrvan Kaya, Nurullah Aslan, Nurullah Kaval, Nurullah Kiziltaş, Omer Arkaş, Omercan Akdogan, Ramazan Kaya, Rojhat Dag, Seracettîn Kina, Serhat Onal, Serkan Durmiş û Umît Teke.