Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî: Me alîkariya 100 hezar malbatên ku ji erdhejê zirar dîtine kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî rapora xwe ya nehemîn li ser alîkariyên bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê belav kir. Dezgeh radigihîne ku heta niha nêzîkî 100 hezar malbat ji alîkariyên ku wan belav kiriye sûd wergirtine, hejmareke din a alîkariyan li hêviya belavkirinê ne.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî raporta xwe ya nehemîn li ser gihandina alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê belav kir û diyar kir ku alîkariyên wan wek yekem gihîştine Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ku tê de “ava vexwarinê, derman, xwarinên amade, cil û berg û alavên paqijiyê” hebûn.

Li gor amarên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ku niha 95 karmend li navçeyên erdhejê hene, heta roja 16ê Sibatê 27 hezar û 900 xwarinên amade, 25 hezar û 950 betanî, 32 hezar û 900 set ava vexwarinê, 17 hezar û 887 xwarina hişk, 18 hezar û 680 xwarina bilez, 2 hezar û 391 alîkariya pizîşkî, 9 hezar sobe, 6 hezar û 50 parçe cil û berg, 2 hezar û 537 kon û 8 hezar şîrê zarokan belav kirine.

Li gorî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî nêzî 100 hezar malbatan ji van alîkariyan sûd wergirtine;

- Dîlok: 24 hezar û 285 malbat

- Semsûr: 6 hezar û 900 malbat

- Ruha: 6 hezar û 980 malbat

- Edene: 9 hezar malbat

- Amed: 4 hezar malbat

- Mereş: 32 hezar û 332 malbat

- Meletî: 4 hezar û 580 malbat

- Efrîn: 10 hezar û 915 malbat