Şepêla Azadî ya Kurdistanê ji ENKSê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) - Şepêla Azadî ya Kurdistanî vekişandina xwe ji nava Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand û got ku ENKSê dixwaze bibe alternetîfa Rêveberiya Xweser.

Şepêla Azadî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihyand ku wan biryar daye ku bi temamî ji endamtiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vekişin û ti girêdaneke wan bi Deste, Ofîs û Encûmenên wê re namîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ENKSê dixwaze bibe alternetîfa Rêveberiya Xweser û di şêwaza biryardayînê ya ENKSê ji ya Rêveberiya Xweser ne cûda ye û ji ber vê yekê ne pêkan e ENKSê bibe alternativ.

Şepêla Azadî ya Kurdistanê bang li ENKSê kir ku li siyasetên xwe vegere.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî di daxuyaniya xwe dibêje “Em bi temamî dawî li endamtiya xwe ya di nava ENKSê de tînin. Ev biryar ne bi hêsanî hat stendin û me hêza partiya xwe hemû xistibû xizmeta serkeftina ENKSê de. ENKSê dixwaze bibe alternatîfa Rêveberiya Xweser, lê weke wê tevdigere. Daxwazên me eşkere ne, weke zelalbûn di karê siyasî û darayî de.”

Şepêla Azadî ya Kurdistanî diyar kir ku biryarên ENKSê tenê ji partiyekî derdikevin û nêrîna partiyên din wernagire got “Biryara ENKSê ji aliyê partiyekî ve karekî dîktatorî ye û çarçoveya wê ya siyasî û exlaqî binpê dike. ENKSê li helwesta xwe ya dagirkeriya Efrînê de venegeriya ye. Serokatiya ENKSê û partiyên desteyê mijara dagirkirina Efrînê paşguh kirin û rê li ber gotûbêjan girtin. Hêviya me di kongreya wê de hebû, lê nehiştin em doza Efrînê bixin ajandeya konferansê de.”

Şepêla Azadî ya Kurdistanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha ragihand “ENKSê nikaribû bi sîstematîk mijarên darayî birêve bibe û tenê serokê ENKSê biryarên darayî dide. Partiya sereke di ENKSê de komîteya darayî pûç kir û ev 5 sal in komîte ne civiya ye. Em bang li ENKSê dikin ku li siyasetên xwe vegere. Em ji partiya ku serweriya ENKSê dike dixwazin ku li prrensîbên avakirina ENKSê vegere. ENKSê bi van siyasetên xwe ziyanê digihîne hevkarên xwe.”