Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi Guterres re biryara derbarê pertola Kurdistanê gotubêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê civiyan û biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê, û metirsiyên DAIŞê hatin gotûbêjkirin. Di civînê de her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku heta niha jî DAIŞê li ser aramiya li Iraq û Sûriyê metirsiyeke cidî ye.
Di civînê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo piştgiriya Netewên Yekbûyî spasiya xwe pêşkêş kirin Bi taybetî rola UNAMi di hilbijartinên Iraqê de û hêviya berdewamiya alîkarî û piştevaniya Netewên Yekgirtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê kirin.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de behsa şerê li dijî terorê hatiye kirin û divê her kes alîkarîyê bike bo vegerandina ewlehî û aramîyê bo Îraqê "ji ber ku bê ewlehî û aramî dê pirojeya sîyasî têk biçe û NY dikare di vê yekê de alîkar be."
Herwiha lidarxistina helbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de, serdana Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê û piştî pêkanîna hikûmeta nû ya federal a Iraqê mijarên din ên civînê bûn.