Sêrt: 40 kesên di nav berfê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Berwarî ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ve, 40 kesên ku ligel otomobîlên xwe li ‎ser rêya Geçittepe di nav berfê de asê mabûn, ji aliyê tîmên Rêveberiya Taybet a Berwariyê ve hatin ‎rizgarkirin.‎

Li bajarokê Berwarî barîna berfa zêde bandoreke neyênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye û çûn û ‎hatin jî zehmet bûye.

Xelkê gundên navçeya Geçittepe ku ji bo kirîna kelûpel û xurakê diçûn ‎qezaya Berwariyê, ji ber berfa zêde ligel otomobîlên xwe di rê de man.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên Rêveberiya Taybet a Berwarî, bo cihê bûyerê hatin ‎şandin.

Piştî vekirina rê tîman xwe gihandin 40 kesên ku di berfê de asê mabûn û ew rizgar kirin.