Baroya Wanê: Îşkence li 3 zarokan hatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Wanê ragihand ku li Wanê, 3 zarok li navenda Poslîan rastî îşkencê hatine û ev yek di raporta doktoran de jî diyar bûye. Baroyê, di derbarê vê bûyerê de serî li Dozgeriya Wanê da.

 

Baroya Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di 16ê Sibatê de li navçeya Îpekyolû ya navendî ya Wanê, li dijî 3 zarokên ku li Rêveberiya Beşa Zarokan a Asayîşa Polîsan, di bin çavan de bûne, îşkence li wan hatiye kirin.


Di daxuyaniyê de hate gotin ku serok û rêveberiya baroyê, serokên Lijneya Mafê Mirovan û Mafê Zarokan, serdana van zarokên ku di bin çavdêriyê de ne kirine, di vê serdanê de diyar bûye ku ev 3 zarok, beriya ku bêne Rêveberiya Beşa Zarokan a Asayîşê, di kêliya desteserkirinê de rastî tûnd û tûjiyê bûne û ev yek di raportên doktoran de jî diyar bûye.


Di daxuyaniyê de hate eşkerakirin ku di hevdîtina li gel her 3 zarokan de zarokan ragihandine ku ew rastî tûnd û tûjiyê bûne.


Baroyê ragihand ku wan di derbarê kesên ku îşkence li zarokan kirine û li dijî wan tûnd û tûjiyê pêk anîne de daxwaznameya gilîkirinê daye Serdozgeriya Komarê ya Wanê û wek Baro ew dê sûcên li dijî zarokan pêk tên her bişopînin.