Kalkan: Bila dewleta Tirkiyeyê çekan deyne
Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan dibêje, PKKê çekan nadeyne û bila hikûmet çekan deyne.
Duran Kalkan di hevpeyvînekê de bal kişand ser gotûbêjên derbarê çekdanînê û got: “PKKê çekan nadeyne, çima deyne? Kurd çekan nadeynin. Bila dewleta Tirkiyeyê çekan deyne û bila dewletên din bê çek bibin.”
Kalkan wiha domand: “Aliyê sereke yên danûstandinên aştiyê rêberê PKKê Abdulah Ocalan û Hikûmeta Tirkiyeyê ne û HDPê nikare di van danûstandinan de şûna Ocalan bigire.”
Kalkan kuştin xwendekara kurd Ozgecan Aslan jî şermezar kir û got: “Di bin rêveberiya AKPê de pêkanînên weke yên li Şingalê kirin, li Tarsûsê têne kirin.”
Derbarê hilbijartinên giştî li Tirkiyeyê, Kalkan xwest ku ti kesek dengê xwe nede AKPê û bi gotin wî, divê her kes li dijî APKê derkeve.