Li Colemêrgê zaroka ku kûçikên beredayî êrişî kir mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê keçika ku kûçikên ser beredayî êrişî kir, mir.

Li navçeya Geverê kûçikan bi Eslem Tekera 12 salî girt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil zaroka birîndar bi ambulansê bir nexweşxaneyê.

Eslem Tekera birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tevî midaxeleya bijîşkan mir.