Sefîn Dizeyî: Rêveberiya Amerîkayê ya nû Kurdistanê baştir nas dike

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser rêveberiya Joe Biden diyar kir ku rêveberiya Joe Biden Herema Kurdistanê baştir nas dike û got: “Divê em bi guherînên li cîhanê û li gorî polîtîkayên navneteweyî tevbigerin.”

Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî li Hewlêrê têkiliyên navbera Hewlêr-Washington ji rojnamevanan re nirxand.

Sefîn Dizeyî li ser îhtîmala têkiliyên bi rêveberiya Joe Biden ya ku di 20ê Çileya 2021an de rêveberiyê werbigre got: “Em dê wek ku di têkiliyên siyaseta Herêma Kurdistanê de hatî diyarkirin têkiliyeke dostane bimeşînin. Divê ev jî neyê jibîrkirin, di dîroka me ya 30 salî de ango dema Herema Kurdistanê di sala 1991 de di çarçoveya biryara Lijneya Ewlehi ya Navdewleti 686 hatiye damezirandin welatên wek Amerîka, Brîtanya, Fransa û Tirkye yên ku alîkariya me kiribûn jî neyên jibîrkirin.”

Dizeyî ragihand ku Amerîka wek dewlet xwediyê polîtîkayên dûr û dirêj e û got: “Bi guhertina şexsan ve di performansa xebatan de jî dikarin guhertin çêbibin.”

Li ser têkilyên di navbera rêveberiya Amerîkayê ya nû û Heram Kurdistanê de Dizeyî wiha axivî: “Kesên ku di nav rêveberiya nû de cih digrin Herema Kurdistanê baştir nas dikin. Têkiliyên dostane jî hebûn. Şexsê Serok Biden jî aşînayê xelkê Kurdistanê ye. Em dê hewl bidin têkiliyên xwe yên berê bidomînin, wek min got li ser bingeha berjewendiyan.”

Di derbarê berjewendiyên Amerîkayî de jî Dizeyî got “Li heremê berjewendiyên Amerîkayê yên berfireh jî hene.”

Di heman demê de Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Herema Kurdistanê bal kişand ser têkiliyên bi welatên cîran re jî û got: “Têkiliyên di warê aborî û ewlehiyê de dikarin baş û xerab bibin, lê têkiliyên me yên bi Tirkyê û Îranê re di asteke baş de ne û têkiliyên me bi awayekî biîstikrar tên meşandin.”