Ava wêstgeha Elok li ser Hesekê hat qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Careke din ava Wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hat qutkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye, ragihandiye ku hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, careke din ji duh Yekşemê ve çalakiya Wêstgeha Elok li gundewarê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê rawestandine û av li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê qut kirine.

Li gorî zanyariyan, elektrîk li ser Wêstgeha Elok hatiye birrîn û herwiha hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekar ên alîgirên wê rê nedane karmendên wêstgehê ku herin ser karê xwe.

Piştî gelek caran ji rawestandinê û qutkirina avê li ser Hesekê, Wêstgeha Elok di Kanûna sala bihorî de ketibû kar.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye. Ew wêstgeh di Cotmeha 2019an de û piştî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kete bin destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û hêzên Tirkiyê.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî kambax bûye.

Her ji ber rawestandina karê wêstgehê û qutkirina avê li ser Hesekê û gundewarê wê ku ew du sal e bûye pirsgirêka herî mezin a bajêr, Rêveberiya Xweser li dû rêyên çareserkirina pirsgirêkê digere.

Di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka ava Hesekê de, Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar daye, ava Çemê Firatê bi rêya boriyê veguhêze Hesekê.

Rêveberiya Xweser budceya projeyê dabîn dike û li gor Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê Teleet Yûnis ragihandiye, “têçûya projeyê milyonek heya milyonek û pêncsed hezar dolar e.”

Teleet Yûnis, Hevsrokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ragihandiye: “Ava ku bighêje bajarê Hesekê nêzîkî 20 % ji pêdiviya bajarê Hesekê û gundewarê wê peyda dike, ji wêstgeha EL-Sûr av dê were kişandin ji bo bajarê Hesekê û gundewarê wê, piştî nûjenkirina Wêstgehên paqijkirina avê. ”

Piştî ku herdû bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayayê Kurdistanê û wêstegeha Elok di encama êrişa Tirkiyê de ji kontrola hêzên Rêveberiya Xweser derketin, bi berdewamî ji aliyê komên çekdar ve av li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê tê qutkirin, bi vî awayî jiyana zêdetir ji yek milyon kes ji nişteciyên wê navçeyê di metirsiyê de ye.