Li Wanê aşût

Hewlêr (Rûdaw) – Hat gotin ku li navçeya Elbakê ya Wana Bakurê Kurdistasnê aşût çêbû û li gor agahiyên destpêkê 9 kes dibin aşûtê de man. Walîtiya Wanê jî dibêje wan aşût nedîtiye.

Li gor agahiyên hatin belavkirin, Walîtiya Wanê agahdar kirine ku li herêma Gundê Xaşkanê yê Elbakê ku dikeve sînorê Rojhilatê Kurdistanê, aşût çêbûye.

Hat ragindin ku ji 9 kesên di bin aşûtê de mane, 5 kes bi derfetên xwe rizgar bûne û ji bo rizgarkirina 4 kesên din jî xebat berdewam in.

Derbarê mijarê de Walîtiya Wanê jî daxuniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Yekîneyên Sînor ên Komara Îranê em agahdarkirin ku li herêma Gundê Xaşkanê yê Elbakê aşût çêbûye û di encamê de 9 welatiyên Îranê di bin aşûtê de mane, 4 ji wan bi derfetên xwe rizgar bûne, lê 5 kes wendane. Tîmên me yên peywendîdar çûne cihê bûyerê lê piştî lêgerînên xwe rastî tiştek bi wî rengî nebûne. Derbarê bûyerê lêgerînên me berdewam in.”