Li Hewlêrê jin û mêrek di xew de hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva derbasbûyî li gundê Sêberdan ê ser bi bajarokê Kesnezan ê Hewlêrê, jin û mêrek hatin kuştin. Polîsê Hewlêrê derbarê bûyerê de ragihand ku jin û mêr li mala xwe di xew de hatine kuştin.

 

Derbarê bûyerê de Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê axifî û got: “Duh bi şev kesek ketiye nav maleke li gundê Sêberdan û dema ku jin û mêr di xew de bûne gulebaran kirine.” Ezîz herwiha da zanîn ku ew jin û mêr hê çar meh berê zewicî ne.

 

Hogir Ezîz amaje bi wê yekê kir ku mêr berî niha bi jineke din re zewiciye û ji wê jinê du keçên wan hebûne, lê ji ber hinek pirsgirêkan ji hev cuda bûne û piştî çar mehan jî bi jineke din re zewicî ye.

 

Derbarê nav û temenê her du kuştiyan de Berdevkê Polîsê Hewlêrê diyar kir ku navê mêr Hogir Tahir e (29) û navê hevjîna wî jî Çinar Sebah (20) e.

 

Hogir Ezîz diyar kir ku tawanbar hê nehatiye desteserkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Polîsê Hewlêrê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine û bi desteserkirina tawanbar û dîtina sedema rasteqîn a bûyerê ve mijûl in.”