Sînem Mihemed: Tirkiye dixwaze ne tenê Kobaniyê hemû axa Sûriyeyê bistîne

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemedê da zanîn, “Divê aliyên Kurdan bibin yek.”

Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî derbarê êrişên Tirkiye û komên çekdar li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Em pabendbûna xwe ya bi biryara agirbesteke berfireh a li seranserî Sûriyeyê dubare dikin.

Em amade ne ku li Kobaniyê avakirina herêmeke bêçek pêşniyar bikin.”

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemed ji Washingtonê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Cafer Mûbeşirniya yên li ser mijarê bersivandin.

Sînem Mihemedê ragihand ku bêçekkirina Kobaniyê ne bêhêzkirina xelkê ye.

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemedê got ku piraniya endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriya Kurdan dikin.

Sînem Mihemedê diyar kir ku li Sûriyeyê rewşeke nû ava bûye û divê Kurd projeyeke amade bikin û bi Amerîkayê re rûnin.

Hinek xalên girîng ên ku Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemedê anîne zimên wiha ne:

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemed:

“Divê em Kurd projeya xwe amade bikin û biçin cem Amerîkayê.

Piraniya endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriya Kurdan dikin.

Amerîka dibêje, divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê xwedî maf bin.

Divê aliyên Kurdan bibin yek.

Tirkiye dixwaze ne tenê Kobaniyê hemû axa Sûriyeyê bistîne.

Bêçekkirina Kobaniyê ne bêhêzkirina xelkê ye.”