Çima herî zêde mirovên feqîr bi nexweşiya penceşêrê dikevin?

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî lêkolînên ku li Almanya û Brîtanyayê hatine kirin, mirovên xizan û nexwenda zêdetir bi nexweşiya penceşêrê dikevin û metirsiya mirinê ya li ser wan zêdetir e.

Lêkolîna li ser penceşêrê ya ku li Almanya û Brîtanyayê hatiye kirin di kovara zanistê ya bi navê “Lancet Oncology” de hat weşandin.

Li gorî lêkolînê, metirsiya penceşêrê ya li herêmên hejar, li gorî herêmên dewlemend ji sedî 70 zêdetir e.

Nivîskarê sereke yê lêkolînê û Profesorê Tenduristiya Jîngehê yê Gerdûnî yê Imperial College Londonê Majîd Ezzatî têkildarî lêkolînê got:

“Encama herî erênî ya lêkolînê ew e ku di sedsala dawî de li Brîtanyayê rêjeya nexweşiya penceşêrê gelekî kêm bûye.

Lewra me di nexweşiya penceşêrê de newekheviyeke ecêb kifş kir. Rêjeya mirinê li gorî herêman diguhere.”

Li Almanyayê jî nexweşiya penceşêrê kêm bûye lê ferqa ku li Brîtanyayê derketiye li Almanyayê jî derket.

Tîma lêkolînê ya Alman bi pêşengiya Endama Navenda Lêkolînê ya Penceşêrê ya Alman (DKFZ) Lina Jansen encamên lêkolînên xwe di kovara “International Journal of Cancer”ê parve de kirin.

Pisporên DKFZyê daneyên 48 milyon mirovên ku ji 8 eyaletên cuda yên Almanyayê ne lêkolîn kirin û rêjeya teşxîsa penceşêrê ya navbera salên 2007 û 2018an dan berhev.

Li gorî van lêkolînan, cihêkariya civakî ya li Almanyayê bandoreke mezin li penceşêrê dike.

Penceşêr û newekheviya civakî

Lêkolînerên Alman, 8 herêm li ser bingeha endekseke sosyo-aborî ku dahat, rêjeya kar û asta perwerdehiyê vedihewîne, dabeşî 5 koman kirin.

Di pêvajoya lêkolînê de hat çavdêrîkirin ku di her pênç beşan de jî rêjeya penceşêrê kêm dibe. Lewra kêmbûna penceşêrê li gorî herêman diguhere.

Li herêmên hejar daketina rêjeya penceşêrê li gorî herêmên dewlemend lawaztir e. 

Ev dane ji bo hemû beşên penceşêrê û bi taybetî ji bo penceşêra mêran a rovî û pişikê derbasdar e.

Li gorî lêkolînên 2007an, mêrên ku di warê sosyo-aborî de gelekî lawaz in, li gorî mêrên ku li herêmên dezavantaj dijîn, rêjeya nexweşketina wan ji sedî 7 zêdetir e.

Li gorî lêkolînên 2018an, ev rêje ji sedî 23yan zêdetir dibe.

Ji bo jinan sala 2007an ji sedî 7 bû û sala 2018an jî ev rêje bi ser ji sedî 20an ket.

Newekheviya civakî bandorê li kîjan faktoran dike

Ji bo têkoşîna li hemberî cihêkariyê, pêwîst e em şêweyê dabeşkirina herêman a di warê sosyo-aborî de baş bizanin.

Li gorî çavdêran derket holê ku lênêrîna bijîşkî û binesaziyê ji bo nexweşiya penceşêrê ne faktorên bibandor in lê bêkarî, alîkariya civakî, asta perwerdeyê û faktorên kesî bêhtir bibandor in.

Endama DKFZyê Lina Jansenê got, “Xuya dibe ku faktorên civakî zêdetir bandorê li ser tenduristiyê dikin.”

Li gorî lêkolîneran, şêwaza jiyanê û newekheviya di navbera civakê de, metirsiya penceşêrê zêdetir dikin. Wekî mînak, vexwarina tûtin, jiyaneke bê tevger an jî zêdebûna rêjeya obezîteyê û cudahiya aborî.

Pirsgirêkên gerdunî

Ev pirsgirêk ne tenê bi Almanya yan jî Brîtanyayê re sînordar e.

Li gorî Navenda Lêkolînê ya Penceşêrê ya Almanyayê, pirsgirêkên newekheviyê û bandorên wê yên li ser penceşêrê ji bo her deverê derbasdar in û ev di gelek lêkolînan de jî hatiye piştrastkirin.

Li gorî navendê, “Rewşa sosyo-aborî her tim bandorê li nexweşiya penceşêrê û mirinê jî dike.”

Li gorî lêkolînên ku li Amarîka û Kanadayê hatine kirin, li herêmên xizan û herêmên ku asta perwerdeyê li wan li paş maye, rêjeya nexweşiya penceşêrê zêdetir e.

Bi taybetî rîska penceşêra pişik, rovik, uterus, mîde û kezebê zêde ye.

Herwiha hat destnîşankirin ku li wan herêman bikaranîna cixare û alkolê, zêdebûna obezîte, bêtevgerî, pişkinîna nebirêkûpêk zêde ye û li nexweşxaneyan jî cihêkariyeke berbiçav heye.

Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên Penceşêrê (IARC) jî li ser newekheviyên civakî û penceşêrê raporek amade kir.

Penceşêr û newekheviya navdewletî û navteweyî

Li gorî welatên ku di warê sosyo-aborî de pêşketî yên wekî Awistiralya, Amarîka û Rojavayê Ewropayê, li welatên wekî Hindistan, li hinek welatên Kendavê û Afrîkayê rêjeya penceşêrê gelekî zêdetir e.

Sedema sereke jî ew e ku li van welatan teşxîs zû nayên kirin û nexweş di wextê xwe de nayên dermankirin. 

Li gorî vê, zêdebûna penceşêrê dê herî zêde bandorê li welatên xizan bike.

Perwerde, koçberî, jiyana derbasbûyî jî bandorê li nexweşiyê dikin.

Li Kolombiyayê rêjeya jinên perwerdeyê dibînin an dîtiye di asteke kêm de ye.

Li vî welatî rêjeya jinên ku ji ber penceşêra rehmê dimirin jî zêde ye. Ev rêje li gorî jinên ku perwerde dîtiye 5an qat zêdetir e.

Koçberên ku çûna Awistiralyayê li gorî xwecihên wê zûtir bi penceşêrê dikevin.

Em dê çawa ji sînorên newekheviya civakî derbas bibin?

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da û got:

“Em dikarin jiyaneke tendurist hilbijêrin, ji tûtinê dur bikevin, li hemberî enfeksiyonên ku dibin sedema penceşêrê derziyan bi kar bînin û bi vî rengî rê li penceşêrê bigirin.”